Şêniyên Heleb, Efrîn û Tebqayê serdana goristanan kirin

Şênî û saziyên malbatê şehîdan yên Heleb, Efrîn û Tebqayê bi boneya 25’ê Nîsanê Roja Şehîdan, serdana goristanên şehîdan kirin û şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Bi boneya 25’ê Nîsanê ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî ew weke “Roja Şehîdan” ragihandiye, şêniyên herêmê serdana goristanên şehîdan kirin.

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, şêniyan êvara derbasbûyî bi serdan goristana û vêxistina mûman li taxa Şiqêf, şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Têkildarî vê yekê, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşîn Mûsa axivî û got:

Bi saya şehîdên me, hemû gelê herêmê bi aramî dijî, divê em şopdarên rêya wan bin û parastina herêmên ku bi saya wan jî hatine rizgarkirin, bikin.

Bi heman boneyê, şêniyên Efrîn jî şehîdên Qereçox bi bîr anîn û serdana goristanên şehîdan kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan li Efrîn Xedîce Îbo di vê der barê axivî.

Di heman demê de, ev roja şehîdan li Tebqayê jî hat bibîranîn..

Back to top button