Yemen..Hûsî li Marîbê bipêşde diçin, 65 kesên din mirin

Li Marîbê ku keleha dawî ye di destê hêzên hikûmeta bakurê Yemenê de ye, Hûsiyên Şiî bi pêş ve diçin.
Di şerê 48 saetên derbasbûyî de 65 kesên din jî mirin.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê Hûsiyên Yemenê li Marîbê eniya Kasara bi dest xist.

Hate diyarkirin Hûsî êdî tenê 6 kîlometre dûrî Marîbê ne.

Li gorî nûçeya ku xwe spartî hêzên hikumeta bi desteka Siûdî van 48 saetên derbasbûyî bi kêmanî 65 kes mirin.

Ji van 5 jê efser 26 jê endamên hêzên hikûmetê ne.

Hûsî derheqê windahiyên xwe kêm caran daxuyanî dide.

Ji ber vê ne pêkan e ku bîlançoya hêzên hikûmetê dayî bi çavkaniyên din were piştrastkirin.

Eniya Kasara ku bi temamî di dest Hûsiyan de li rojavayê bakur ê bajêr dimîne.

Back to top button