Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 12 kesên din ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 12 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteyê, Ciwan Mistefa da zanîn ku 251 kes jî bi vîrûsê ketin ku ew jî 139 mêr û 112 jin in.
Ciwan Mistefa diyar kir ku 25 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne

Heta niha li herêmê 15 hezar û 176 kes bi Corona ketine, ji wan 519 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 538 kes baş bûne.

Back to top button