Çapemeniya Amerîka: Biden têkiliya bi Tirkiyê re diceribîne

Bi salane tevî hemû zextan, DYA di mijara naskirina “Qirkirina Ermeniyan” a 1915’an de bêhelwest dima.
Her çiqasî gelek navên cuda lê hatibe kirin jî lê ticarî weke qirkirinê nehate pênasekirin.
Herî dawî serokê DYA Biden bi awayekî fermî ev yek weke “qirkirinê” binav kir.
Vê yekê careke din dexta navbera Waşîngton û Enqerê bilind kir.
Çapemeniya Amerîka jî ragihand ku Biden bi vê yekê xwest têkliyên bi Tirkiyê re biceribîne.

Çapemeniya Amerîka helwesta serokê DYA Joe Biden ya li ser mijara Ermeniyan şîrove kirin.

Naskirina Amerîka ya qirkirina Ermeniyan bi awayekî fermî bû sernavên sereke yên di çapemeniya welat de.

WP: Biden di mijara Sûrî û Iraqê de ji Tirkiyê cuda difikire

Washington Post (WP) bi sernavê “Biden: Bi awayekî komî kuştina Ermeniyan qirkirine.” bi xwînerên xwe re parve kir.

Rojnameyê îşaret bi dema axaftina Biden kir û got:

Ev daxuyaniya Biden di wextekê de hat ku navbera Tirkiye-DYA ji ber mijarên S-400, binpêkirinên mafê mirovan, nakokiya Enqerê li ser mijara Sûrî û Lîbya pêk hat.

Pisporek ku ji rojnamê re axivî jî anî ziman ku têkildarî mijara hebûna Tirkiye li Iraq û Sûriye fikrên cuda yên herdû aliyan heye.

Berê Wezareta Parastinê Pentagon heyranê Tirkiyê bû.

Lê niha jî tam dijbere.

NYT: Amerîka naxwaze bi Tirkiyê re pir nêzî hev be

“Biden ji selefiyê xwe cudatir tevger kir û kuştina Ermeniyan bi awayekî komî weke qirkirin naskir”.

Rojnameya New York Times (NYT) jî bi vê sernavê helwesta Biden ya ji bo mijarê şîrovekir.

Her wiha axaftina Biden ya piştî 3 mehan ku roja înê li gel Erdogan pêk anî jî hate bibîrxistin.

Li gorî pisporên ku ji rojnamê re axivîne;

Amerîka naxwaza xwe bixe dijminê Erdogan, lê diheman demê de naxwaze pêre pir nêz jî be.

Tirkiye berê li ser vê mijarê gef dixwar, lê demên dawî bi polîtîkayekî ku weke ne di xema wê de dimeşêne.

LAT: Biden dilê Ermeniyên li derveyî welat xweş kiriye

Yek ji rojnameya herî binav û deng Los Angeles Times (LAT) ji bi nûçeya “Biden Qirkirina Ermeniya bi Fermî Nas kir”. bal kişand li ser têkliyên navbera aliyan.

Rojnameyê diyar kir ku biryara dawî ya Amerîka li ser qirkirinê keyfa Ermeniyên li derveyî welat jî xweş kiriye.

WSJ: Wê zû yan dereng serokekî DYA her ev yek weke qirkirin naskiriba

Her wê rojekê yek ji Serokan ev qirkirin bi awayekî fermî naskiriban.

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ya Amerîka ku roja yekşemê dernakeve, li ser malpera xwe ya înternetê ev gotina Nûnerê Amerîka yê Taybet bi Sûrî berê James Jeffrey kir sernavê nûçeya xwe.

Li gorî rojnameyê, ev cara yekeme ku Serokekî DYA bi awayekî eşkere helwesta xwe ya di vî warî de eşkere dike.

Tê xuyakirin ku nakokiyên navbera Tirkiye-Amerîkayê aloztir bibe.

Jeffrey dibêje, ev yek her di rojevê de bû û wê her rojek hatiba ku serokekî DYA bi awayekî fermî qirkirin naskiriban.

Back to top button