Li Rojava êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê hate şermezarkirin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê Medyayê, gelê Kurd li qada ne. Li Heleb, Dirbêsiyê, Qamişlo, Koban û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla bi çalakiyan hate şermezar kirin û piştgiriya bi berxwedana gerîla re hat nîşandan.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin li darxsitin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re eşkere kirin û banga hevgirtina li hemberî êrişên dewleta Tirk kirin.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê li gundê Til Sosin kom bûn û meşek li darxistin.

Di meşa ku veguherî mîtîngê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hat şermezar kirin.

Şêniyên Helebê: Armanca vê êrîşê têkbirina destkeftiyên Kurdan e

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêşiya hola civînan a li taxa Şêxmeqsûd kom bûn û dest bi meşê kir.

Meş li çerxerêya şehîdan a li rojhilatê taxê veguherî mitîngê.

Şêniyan di mitîngê de diyar kirin ku êriş di salvegera Komkujiya Ermenan û komkujiya li Qereçoxê de pêk hat û armanca wê têkbirina destkefiyên Kurdan e.

Şêniyan tekez kirin ku PDK jî di nava pilanên dagirkirnê yên dewleta Tirk de ye.

Şêniyê Dirbêsiyê: Lehengiya gerîlayan dê êrîşên dewleta Tirk têk bibe

Bi heman armancê bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl ê navçeya Dirbêsiyê jî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk hewl dide gelê Kurdistanê ji ser xaka wî qir bike, lê hewldanên dijminan têk çûn.

Di daxuyaniyê de bang li gel û tevgerên siyasî hate kirin ku bi pêkanîna yekitiyê û parastina destkefiyan destekê bidin gerîlayan.

“Dagirker çawa li Garê têk çû wê li Zap û Metînayê jî têk biçin”

Kongra Star û Malbatên Şehîdan li Kobanê jî, teqez kir çawa dagirker li Garê têk çûn, wê li Zap û Meztînayê jî têk biçin.

Şêniyên Qamişlo: Hikûmeta Başûr ji bo berjewendiyên xwe bêdeng e

Şêniyên Qamişloyê jî, bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Zap û Avaşînê şermezar kirin û anîn ziman ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bêdeng e.

Back to top button