JOSEF VOTEL: EM SERKEFTINA QSD’Ê PÎROZ SILAV DIKIN

Fermandarê fermandariya Navendî ya Emerîka Joseph Fotill bi daxuyaniyekê serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê silav û diyar kir ku, ew ê têkoşîna hevpar a li hemberî DAIŞ’ê dewam bikin.
Daxuyanî li ser malpera fermî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê hate weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin,
“Fermandariya Navendî ya Amerîkayê serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAIŞ’ê silav dike.
Rêgeza zelal a operasyona me encamên kedekê ku bi salan hate kirin û di hawirdoreke pir zehmet de bi serkêşiya şirîkên me yên Îraqî û Sûrî û desteka hevpar a hêzên El-Ezm El-Selb a ji gelek nasnameyan ku Emerîka serkêşiya wê dike pêk hat.
Em berxwedaniya keç û xortên li dijî DAIŞ’ê şer kirine, silav dikin.
Em ji ber windahiyên sivîlan xemgîn in. Bi kedeke hevpar zêdeyî milyonek sivîl ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar bûn.
Em dizanin ku şer hîna bi dawî nebûye, em ê li ser soza xwe bin û têkoşîna li dijî bermahiyên DAIŞ’ê bidomînin.”
Li kêleka wê ji rayedarên Emerîkî , Fransî û Birîtanî peyam derketin û spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk kirin.
Lê belê li vir helwesta Almaniya li hemberî vê serkeftina QSD’ê balkêş bû.

Leave a Reply

Back to top button