Mezlûm Ebdî piştgiriya xwe ji Iraqê re nîşan da

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, têkildar şewata li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li Bexdayê, piştgiriya xwe ji Iraqê re nîşan da û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Derbarê şewata li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li paytexta Iraq Bexdayê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî peyamek li ser rûpela tiwîtterê weşand û got:

“Me bi xemgînî bûyera bi êş a li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li Bexdayê bihîst, li ser vê yekê em piştgiriya xwe ji Iraqê re nîşan didin, sebir û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Back to top button