PYNK’ê li Kobanê êrîşên li ser Zap, Metîna û Avaşîn şermezar kirin

Saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriyê kir.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin li darxsitin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re eşkere kirin û banga hevgirtina li hemberî êrişên dewleta Tirk kirin.

Bi dehan endamên Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) li qada Azadî ya bajarê Kobanê kom bûn û daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku êrişên dagirkeriyê dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi çekên pêşketî pêk tîn.

PYNK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Divê gelê me ji van komployên ku li dijî vîna wan têne plankirin, hişyar be .”

Her wiha bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li hemberî planên dewleta Tirk ên dagirkirina dewletên cîran bisekinin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kobanê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin

Bi heman armancê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku dewleta Tirk ji hundir ve ne xwedî aliyên siyasî, leşkerî û civakî ye, ji lew re êrişên xwe li derve pêk tîne, da ku çav li ser rewşa hundirîn bigire.

Her wiha hate eşkerekirin ku dewleta Tirk li tepê Mamreşo bi gaza jehrî êrişî Metîna û Zapê kir û bi tevahî hovîtiya xwe êrişî gerîla dike.”

Ciwanan di dawiya de piştgiriya xwe ji têkoşerên li Zapê, Metîna û Avaşîn re radigihînin.

Back to top button