Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Asayîş hebûna çeteyên Difa el-Wetenî li Taxa Tey bi dawî kir.
Hêzên Asayîşê destê vê sibehê operasyona ewlekirina Taxa Tey a Qamişloyê bi temamî gihandin serî.
Di vê operasyonê de, hejmareke mezin a çekên çeteyan hat dîtin.
Duh jî piştî ragihandina agirbesta mayînde ji aliyê Asayîşê ve, çeteyan careke din êrîş kir û çend sivîl kirin armanc.
Asayîşa Jin: Hikûmeta Şamê daxwaza bicihbûnê kir, lê me qebûl nekir
Têkildarî bendên agirbestê, ji Rêveberiya Asayşa Jinê Helîma Ebû Bekir ji televiziyona me Ronahî re axivî û ev agahî dan.