Li Amedê, Rêveberine HDP’ê û gelek kes hatin binçavkirin

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên navendî yên Amedê serê vê sibehê, artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, bi ser gelek malan de girt.

Di serdegirtinan de, Rêveberên HDP’ê Ramazan Karakaya, Hamît Onûr, Mûrat Ondeş û Zekî Bagcik jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin biçavkirin, birin Gerînendetiya Ewlehiyê ya Amedê.

Doza Dûrket Suren hate tolaqkirin

Bi îdiaya parvekirinên twittirê,”Propagandaya rêxistinê” doz li Rojnameger Dûrket Suren hatibû vekirin.

6’emîn doza Dûrket Suren li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û Dûrket beşdarî rûniştinê nebû.

Parêzerê Dûrket Pîrozhan Karali di danişînê de amade bû.

Rûniştina dozê taloqî 20’ê Îlonê hat kirin.

Back to top button