Cotkarên Eyn Îsayê: Dewleta Tirk şerê qûtê me dike

Cotkarên ji bajarokê Hîşê yê navçeya Eyn Îsayê diyar kir, eger dewleta Tirk qutkirina ava Firatê dewam bike, dê jêdera qûtê wan qut bibe.

Cotkaran da zanîn ku heta van kêliyan ew bi bitirs û dudil in, eger ew zeviyên xwe biçînin û av qut bibe dê hilberînên wan ji tîna bimirin û eger ew neçînin jî, dê ew û malbatên xwe çawa bijîn.

Cotkaran bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî siyasetên birçîkirinê ya ku dewleta Tirk dimeşîne, bikevin tevgerê.

Back to top button