Roja rizgariya Îtalyayê ya ji faşîzma Mussolini li Roma û Marsîlyayê bi çalakiyan hate pîrozkirin. Kurdistanî jî tevlî çalakiyan bûn û îşaret bi tecrîdê kir û banga azadiya Rêber Apo kirin.
Salvegera rizgariya Îtalyayê ji faşîzma Mussolini bi çalakiyan li Romayê hate pîrozkirin, Kurdistanî jî tevlî çalakiyan bûn.
Li ber muzîka Kurdî, wêneyekî Rêberê Abdullah Ocalan ê ji 100 parçeyî pêk dihat, bi şêweyê “puzzle” li qada mîtîngê hate çêkirin
Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin û diyar kir ku ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze rêberekî aştîxwaz bêdeng bike.
Ji Komîteya Kurdistanê Hazal Koyûn-cû-er bal kişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk û anî ziman ku Erdogan bi rijandina xwîna Kurdan dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne, lê belê berxwedana Kurdan wê dawî li Erdogan bîne.
Koyûncûer bang li hêzên antî-faşîst kir ku li dijî faşîzma dewleta Tirk di têkoşînê de bibin yek.
Di çalakiya duyemîn de jî, bi navê Meclisa Kurd a Romayê Fatma Çelîkcan daxwaza azadiya Rêber Apo kir û îşaret bi êrîşên dagirkeriya Tirk kir.
Li Marsîlyayê jî, çalakiya salvegera rizgariya ji faşîzmê hebû, tê de paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava hate nasandin.Li standê, pirtûkên Rêber Apo, pirtûkên li ser Şoreşa Rojava û jineolojiyê hatin belavkirin.
Di çalakiyê de her wiha ji Kurdistaniyên ku di serdegirtina polîsên Fransayê de hatin girtin, name hatin şandin û hat destnîşan kirin ku girtina Kurdan ji bo Fransayê cihê şermê ye.