Luqman Ehmê: Divê hikûmeta Başûr dagirkeriya Tirk ji herêmê derxe

Serokê Partiya Keskan a Kurdistanê Luqman Ehmê diyar kir ku hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dagirkerî ye û divê ji Başûr were derxistin. Ehmê li hemberî hemû êrîşan bang li hemû aliyan kir ku bi ruhê yekîtiya neteweyî li dijî dagirkeran helwesta xwe nîşan bide. 

Serokê Partiya Keskan a Kurdistanê Luqman Ehmê, diyar kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker ji herêmên ku dagir kirine, derxe.

Artêşa Tirk a dagirker ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê zêde kirin, piştî herêmên Metîna û Avaşînê li dijî herêmên Qela Bêdewê, Şehîd Mûnzûr, Dola Nêrwe û Kinyaniş ên Zapê jî dest bi êrîşa dagirkeriyê kir.

Luqman Ehmê destnîşan kir ku ev êrîş bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk hatiye û îşaret pê kir ku ne tesaduf e ku êrîş di salvegera komkujiya Ermaman de pêk tê.

Ehmê got, bi van êrîşan dewleta Tirk peyamê dide ku dê êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî tevahiya gelê Kurd bidomîne.

Lewra li hemberî van hemû êrîşan helwesta gelê Kurd a li hemberî dijminên xwe gelekî zelal e û ev êrîş dê bi ser nekevin.

Ehmê: Divê gelê Kurd bi rihê yekîtiya netewî helwestê nîşan bide

Serokê Partiya Keskan a Kurdistanê anî ziman ku çawa pergala Osmanî li vê xakê nema, Erdogan û dewleta Tirk jî dê bi van êrîşan di rûpelên dîrokê de têk biçin.

Luqman Ehmê destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a li Başîqa Kurdistanê, dagirkerî ye û li hemberî van hemû êrîşan divê gelê Kurd li her cihî dakeve qadan û bi ruhê yekîtiya neteweyî li dijî dagirkeran helwesta xwe nîşan bide.

Back to top button