Hevserokê Desteya Tenduristiyê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got wê beşekî derziyên dijî-Coronayê bigihêje herêmê, lê wê pir hindik be.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ev beşa biçûk wê têra 5 milyon kesî neke û diviyabû nêzî 900 hezar derzî hatibana şandin.
Li gorî Dr. Ciwan Mistefa, ev hejmar daket 200 hezar derziyî û sedema vê yekê jî li pirsgirêkên teknîkî yên mekanîzmaya çêkirina derziyan vegerand.