Li Efxanistanê.. Di 2 êrîşên cuda de, 12 polîs hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn

Li Efxanistanê di encama 2 êrîşên cuda de, 12 polîsên Efxan hatin kuştin û 7 birîndar bûn.

Li gorî rayedarên wîlayeta Logarê, di kemîneke Talîbanê li navçeya Mohammed Aga de, 7 polîs kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.

Li wîlayeta Kandaharê jî, bi rêya êrîşeke xwekuj 5 polîs hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

Miller: Hêzên Amerîkî dest bi vekişîn û radestkirina baregehan kir

Hemwextî van êrîşan, hêzên Amerîkî jî êdî ji Efxanistanê vedikişin.

Li gorî generalê Amerîkî Austin Miller, wan dest bi vekişîna hêz û radestkirina baregeh, alavên leşkerî ji bo Hêzên Efxanî, kiriye.

Back to top button