Sozdar Ehmed: Dagirkeriya Tirk kehrebyê didze, ev nahêle stasyon bixebite

Hevseroka Gerînendeya avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji Ronahî TV re diyar kir ku nuqteyek av nagihêje ne Til Temir û ne jî Hesekê, ev jî ber ji diziya kehrebeyê ji aliyê dagirkeran ve ye.

12’ê Nîsanê ava satasyona Elok li ser zêdeyî milyonek kesî li Hesekê hat qutkirin.

Berî du rojan bi navbênkariya Rûsyayê lihevkirinek bi dewleta Tirk re çêbû.

Li gorî lihevkirinê, gerek di seatên şevê de, 4 pombe û 20 bîran werin xebitandin û sibehê 2 pombe û 10 bîran bin.

Tevî vê lihevkirinê jî, artêşa Tirk lihevkirin red kir û niha tenê pombeyek avê dixebite, ew jî tenê têra gundên dagirkirî dike.

Hevseroka Gerînendeya avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji Ronahî TV re diyar kir ku nuqteyek av nagihêje ne Til Temir û ne jî Hesekê.

Sozdar Ehmed li ser hincetên dewleta Tirk a kehrebeyê ev agahî bi televizyona me re bi par ve kir:

Eger bi temamî stasyon bixebite, 30 bîr 8 pompeyên avê pêwistiya wê bi 3 mw ji kehreb heye.

Di dema niha de, tenê ji sedî 10 dixebite, pêwistiya wê jî bi 1 mw heye.

Tevî vê yekê jî dewleta Tirk 7 mw ji kehrebeyê bi kar tîne.

Bi vê yekê dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe 6 mw didzin.

Lewra stasyona Elwok nikare bixebite.

Sozdar Ehmed ji ber qutbûna avê hişyarî da û anî ziman ku ew bi qirikirina biyolojî re rû bi rû ne.

Back to top button