Salvegera 47. a bombebarana Helebceyê

Şêniyên Helebceya Başûrê Kurdistanê salvegera 47’emîn a bombebarana Helebceyê bi bîr anî û bang kir ku Iraq tazmînata xelkê Kurdistan û Helebceyê bide.

Li nav avahiya Bîrdariya Helebceyê, komek welatî û rêveberên Helebce kesên ku di bombebarana sala 1974’an de li Helebceyê şehîd bibûn bi bîr anîn.

Di bombebarana ku ji aliyê rejîma Baasê ve hatî kirin zêdetirî 50 welatî şehîd bibûn û nêzî 100 kes jî birîndar bibûn.

Rêveberê Rêveberiya Şehîd û Enfaliyên Helebce, Kameran Mistefa daxuyaniyek da çapemeniyê.

Kameran Mistefa diyar kir ku ti rejîmeke Iraqê Helebce ne parastiye û desthilata Kurd jî girîngiyê nade Helebceyê.

Mistefa bang li desthilatdarên siyasî kir ku deng bidin dengê Helebceyê û sozên ji bo Helebceyê hatîn dayîn pêk bînin.

Her wiha bang hat kirin ku çawa Iraq tazmînata Kuweytê da, pêwîst e tazmînata xelkê Kurdistan û Helebceyê jî bide.

Back to top button