LI MALÎ 134 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li Malî êrîşeke çekdar li ser êlên Fûlanî pêk hat.
Di encamê de 134 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berpirsekî xwecihî yê Maliyê ragihand ku çekdarin êrîşî gundê أوجوساجو li Maliyê kir.

Di encamê de herî kêm 134 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, ev êrîş li gel serdana şandeya Konseya Ewlekariyê ya NY ku ji bo rawestandina tundiyê hatibûn, hat.

Çavkaniyê diyar kir di heman demê de li gundê ويلينجار jî êrîşeke çekdar pêk hat.

Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin di nav de jin û zarok.

Ev demek e êlên Maliyê ji ber cudahiyên nijadî hev diqelînin.

Komên çete yên ku baskekî DAIŞ û Qaîdayê ne jî vê yekê li Malî, Borkîna Faso û Nêycirê weke fersendekê bi kar tînin û li gelek deverên van welatan êrîşan pêk tînin.

Leave a Reply

Back to top button