ANF’ê xwest tavilê Rêbaz Hesen bê berdan

Di çalakiya duh ya xelkê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê nûçegihanê ANF’ê Rêbaz Hesen ji aliyê asayîşê ve hat binçavkirin.
Navenda Parastina Mafê Rojnamevanan (METRO) jî got ku divê hêzên ewlekariyê rêz ji rojnamevanan re bigire û tavilê Rêbaz Hesen berde.

Xelkê Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Azadî doh daket qadan û xwest êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar bike.

Lê belê Asayîşa Silêmaniyê dest li çalakiyê werda û derdora 30 kesî binçav kiribû.

Ji kesên hatibûn binçavkirin nûçegihanê ANF’ê Rêbaz Hesen e.

Li ser cihê ku Rêbaz Hesen lê tê girtin û sedema girtina wî heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Rêveberiya ANF’ê xwest tavilê Rêbaz Hesen bê berdan û got ku divê rojnamevan neyên astengkirin ku karê xwe bikin û çalakiyan bişopînin.

ANF’ê bang li rayedaran kir ku derfetên bicihanîna pîşeyê rojnamevaniyê misoger bike û anî ziman ku nayê qebûlkirin ku rojnamevanek di dema şopandina nûçeyê de bê binçavkirin.

Navenda Parastina Mafê rojnamevanan (METRO) banga berdana Rêbaz Hesen kir

Serokê Navenda Parastina Mafê Rojnamevanan (METRO) Diyar Mihemed jî têkildarî binaçvkirina rojnamevan Rêbaz Hesen ji ANF’ê re axivî.

Diyar Mihemed got ku divê hêzên ewlekariyê rêz ji rojnamevanan re bigire û tavilê Rêbaz Hesen berde.

Mihemed diyar kir ku ew ji bo çareseriya mijarê di nava hêzên asayîşê re di nava têkiliyê de ne.

Back to top button