Meclisa Sivîl a Tebqayê ji ber kêmkirina ava Firatê hişyariya karesatekê da

Meclisa Sivîl a Tebqayê sûcên dewleta Tirk ên kêmkirina ava çemê Firatê şermezar kir.

Meclisa Sivîl a Tebqayê derbarê kêmkirina ava çemê Firatê li ber çem daxuyaniyek da.

Meclisê da zanîn ku şerê ku dewleta Tirk dimeşîne şerekî derexlaqî û dermirovî ye û hemû rêgezên navneteweyî binpê dike.

Hat diyar kirin ku qutkirina avê bandoreke neyînî li jiyana şêniyên li herêmê dike.

Meclisê hişyarî da ku ev rewş dewam bike dê karesatek mirovî rû bide.

Back to top button