Mala Êzidiyan biryara darvekirina 4 ciwanên Êzidî şermezar kir

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê biryara darvekirina 4 ciwanên Êzidî şermezar kir.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê têkildarî biryara dadgeha Mûsilê ya darvekirina 4 ciwanên ji Şengalê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li gundê Berzan ê Hesekê bi beşdarbûna bi dehan endamên Mala Êzidiyan û ciwanên êzidî hat xwendin.

Êzidiyan daxuyand ku hin alî hene dixwazin vî sûcî ji bo şantajkirina gel û rêveberiya Şengalê bi kar bînin.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û rê li pêkanîna vî sûcî bigirin.

Daxuyanî bi sloganên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

Back to top button