Wezîrê Derve yê Îranê li Bexdayê ye

Wezîrê Karê Derve yê Îranê piştî gihişt Bexdayê, bi hempîşeyê xwe Fuad Hisên û serokomarê Iraqê re civiya.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi serdanek fermî gihîşt paytexta Iraq Bexdayê.

Cewad Zerîf ji aliyê hempîşeyê xwe Fuad Hisên ve hate pêşwazî kirin û civiyan.

Cewad Zerîf û Fuad Hisên piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew giringiyê didin aramiya herêmê û pêşxistina têkiliyên herdû welatan.

Fuad Hisên da zanîn ku ewê çavdêriya danustandinên Îranê yên bi Amerîkayê re bikin.

Mihemed Cewad Zerîfî îdia kir ku ew destwerdanê di karûbarên welatê cîran de nake û got;

Me bi Fuad Hisên re behsa danûstandinên Îranê yên li Viyanayê tên kirin, kir.

Emê peywendiya xwe hîn zêdetir berfirehtir bikin û berbi pêş bibin.”

Zerîf piştî civînê, bi serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Tê payîn Cewad Zerîf sibe serdana Hewlêrê jî bike.

Back to top button