Jinên kampa Til El-Simin..Bi derfertên kêm bi serkeftî karê xwe dimeşinin

Piştî ku koçber bûn, bi şert û mercên aborî,yên dijwar re rû birû man,lê xwe fêrî karên dest kirin û debara xwe kirin, Welada Mihemed El-Elî di şeş mehan de fêrî karên destan bû,niha jî hem derdûrê xwe fêr dike, hem jî debara xwe dike.

Kampa Til El-Simin 30’î km dikeve bakurê bajarê Reqayê û 700 malbatên ku ji Girê Sipî koçber di nava xwe de digre.

Her wiha piraniya van malbatan bi hewceyî derfetên aborî ne ku pê debara xwe bikin û zehmetiyên jiyanê derbas bikin.

Welada Mihemed EL-Elî ya 53 salî, bi malbata xwe re li kampa El-Simin dijî, ew ji herêma şerkrak a girêdayî bajarê Girê Spî ye.

Welada Mihemed El-Elî dibêje:

Ez û çar kurên xwe koçberî kampê bûn.

Di dema destpêkirina êrîşa li ser herêma me de dewleta tirk hemû çekên giran û pêşketî li Girê Spî li hemberî sivîlan bi kar anîn.”

Ez tevli gelek dewreyên perwerdeyê bûme nêzî 3 mehan ji bo ku ez fêrî karên destan bibûm.”

Êşa koçberên ku mal û milkên xwe winda kirin û ji wan hatin standin hesteke pir zehmet e lê dema ku ew koçber fêrî pîşeyekê dibin êş kêm dibe.

Welada Mihemed EL-Elî diyar kir ku tevî rewşên dijwar ên li kampê jî me xwe fêr kir û wiha domand:

Min bi hejmarek jinên ku temenê wan 18 salî bû re perwerde didît, niha ji ber belavbûna vîrusa koronayê ez her sê mehan 5 jinan fêr dikim.

Piştî ku 3 mehan perwerdeyê bi dawî dikin ez ezmûnekê ji wan re çêdikim da ku bizanibim ka fêr bûne yan na û piştî ku fêr dibin dikarin keçên xwe jî fêr bikin.

Der barê madeyên ku bi kar tînin de Welada Mihemed El-Elî wiha dibêje:

“Karê ku em dikin hinek madeyên ku pêwîst dikin kêm in wekî kêmbûna di hejmara ben de û pêwîstî bi alîkariyê heye ku karekî mezin were meşandin, pir jin di kampê de hene bi projeyên taybet rabûne û serkeftî meşandine.”

Back to top button