Doza Kobanê heta 3’yê Gulanê hate taloqkirin

Roja yekem a Doza Kobanê bi îdîanameya parêzeran ku hatin xwendin bi dawî bû. Heyeta Dadgehê daxwaza dadgeran red kir û rûniştin heta 3’yê Gulanê hate ragihandin.

Şandeya dadgehê piştî xwendina kurtahiya îdianameyê li şûna daxwazên parêzeran di girtekê de binivîsine, lê protestoya parêzeran di girtekê de nivîsand.

Hat diyarkirin ku dadgehê daxwaza reda dadgerî ya parêzerên siyasetmedarên girtî ji dadgehê re ragihand.

Serokê dadgehê xwest daxuyaniyên Demîrtaş ên der barê reda dadgerî de werin girtin.

Piştire Demîrtaş mafê axaftinê girt û got: “Hem yên îro bi SEGBÎS’ê, hem jî yên li salonê, hem jî hevalên me parêzer pir westiyan. Em jî pir westiyan. Daxwaza min a reda dadgerî bi awayê 11 xalan pêk tê.”

Demîrtaş got ew ê sibê daxwaza xwe ya reda dadgerî pêşkêşî dadgehê bike û heta sibê dem xwest.

Fîgen Yuksekdag jî axivî û destnîşan kir ku nêzî 20 deqîqeyan deng û dîmen qût bûye û bêyî ku dadgeh rûbirûbûna wan bingeh bigire, îdianame hatiye xwendin.

Şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê xal bi xal eşkere kir û civîn heta 3’yê Gulanê hate taloqkirin.

Back to top button