Asayîş: Me nehişt ti zirar bigihê mal û milkên şêniyan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş diyar kir piştî banga wan, şêniyên taxa Tey vegeriyane li ser malên xwe û Asayîşê nehiştiye ti zirar bigihê mal û milkên wan.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da û got:

Hêzên me tevahî dîmenên çekdariyê ji dibistanên ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî kiribûn baregeh û nuqteyên leşkerî radikin.

Em ê van dibistanan ji bo perwerdeyê vegerînin da ku ew zarokên di salên serweriya çeteyên Dîfaa El Wetenî de ji mafê xwendinê bêpar mane, dîsa bixwînin.

Asayîşê teqez kir, ew her tim li gorî tevahî peyman û qanûnên mafên mirovan ku parastina rûmet û mafên wan dike, tev digerin.

Back to top button