Rewşenbîrên Herêma Cizîrê: Êrîşên Tirkiyê berdewama hişmendiya Osmaniyan e

Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medya bi daxuyaniyekê nivîskî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên li ser van herêman bi heman hişmendiya Osmanî pêk tê û bi van êrîşan dixwazin gelê Kurd têk bibin.

Rewşenbîran bang li tevahî hêzên demokratîk û rêxistinên mafê mirovan ên cîhanê kir ku hesab ji dagirkeriya Tirkiyê pirs bikin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya doza Kurdî tev bigerin.

Back to top button