Rûspiyên Reqayê: Ev siyaset herêmê ber bi bobelatekê ve dibe

Rûspiyê êla El-Birêc Hisên El-Berce û Şêxê êla El-Sebxa Mihemed Tirkî El-Soan ên Reqayê anî ziman ku, qutkirina Tirkiyê bo ava Feratê dê bobelateke mirovî bi xwe re bîne. Rûspiyan got ku armanca Tirkiyê ji van polîtîkayan, têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, lewre divê NY fişarê li Enqereyê bike, da li gorî qanûnên navdewletî tev bigere.

Em qutkirina Tirkiyê bo ava Feratê li ser gelê Sûriyê şermezar dikin. Qutkirina avê dê bobelateke suriştî û çandinî bi xwe re bîne û ziyaniyeke mezin bigihîne gel.

Em dixwazin bijîn. Em tî ne, dixwazin avê vexwin.

Qutkirina avê bi lihevkirineke Tirkî-Sûrî-Rûsî hatiye tê kirin. Ji ber ku bi salan e hewl didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

Lê ji ber ku nekarîn vê ji navê bibin, serî li dagirkirina bajaran, qutkirina avê û her tiştên ku ziyanê digihînin me da.

Em bangê li NY dikin ku zextê li Tirkiyê bike, da li gorî peymanên navdewletî para me ji avê bide me. Em ji bilî vê yekê tiştekî naxwazin.

Back to top button