Mustefa Karasû: AKP’ê bi vê êrîşê hewl dide desthilatdariya xwe rizgar bike

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû diyar kir, AKP a ku piştî têkçûna li Garê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, hewl dide desthilatdariya xwe rizgar bike. Karasû got: “Çawa gerîla dagirker li Zapê têk bir, wê di vê êrîşê de jî wan têk bibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernameyeke televîzyona Medya Haberê bû û teqez kir ku gerîla wê dagirkeran careke din têk bibin.

Mûstafa Karasû bi bîr xist ku êrîşên li ser qadên Metîna, Zap, Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke plana têkbirinê ye ku ji sala 2014’an ve tê meşandin.

Karasû bal kişand li ser têkçûn û hilweşîna dewleta Tirk li Garê û anî ziman desthilatdariyê hem ji bo xwe rizgar bike, hem jî plana têkbirinê bigihîne asteke nû, ev êrîş kir.

Mustefa karasû: Piştevanê vê êrîşê DYA û Ewropayê ne

Karasû da zanîn ku dewleta Tirk bi berdêla qirkirina Kurdan dixwaze têkiliyên xwe bi DYE û Ewropayê re serrast bike, wan jî di berdêla tewîzan de destûra vê êrîşê dan.

Tê zanîn ku ev êrîş di salvegera qirkirina Ermenan de û piştî hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Erdogan û yê Amerîkayê Joe Biden pêk hat, lewra Karsû da xuyand ku Ewropa û DYA piştî qirkirina Ermenan niha jî qirkirina Kurdan erê dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê got:

“Duh li dijî Rêber Apo bû, îro bi êrîşa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re dixwaze tevgera me tasfiye bike û qirkirina Kurdan bibe serî.

Ev êrîş di şexsê gerîla de li dijî gelê Kurd e. Ev hewldanek ji bo dagirkirina Başûr e. Eger vîna gerîla bê şikandin, wê ya Kurd û hêzên siyasî yên li Başûr jî bê şikandin.”

Karasû anî ziman ku eger îro pêşî li dagirkeriyê neyê girtin, sibe wê Hewlêr û Silêmaniyê dagir bikin, lewra bang li rewşenbîr, nivîskar, hunermendên Başûr û gelê Başûr û hêzên siyasî kir ku helwestê nîşan bide.

Mustefa Karasû: Çawa li Zapê têk çûn, wê îro jî têk biçin

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê dawiyê got:

“Divê gelê me yê li Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat û Ewropayê li ber dagirkeriyê rabin.

Gerîla li dijî dagirkeriyê bi rengekî fedayî li ber xwe didin û wê li ber xwe bidin.

Çawa ku li Zapê dagirker hatin têkbirin, di vê êrîşê de jî wê bên têkbirin.”

Back to top button