Ji bo pêkanîna peymana nuklerî Amerîka di nav hewldana de ye

DYA diyar kir ku bi destxistina Îran a çekên nuklerî, ne ji bo berjewendiya Amerîka, Ewropa, Çîn û Rûsyayê ye.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amarîka Ned Price ragihand ku DYA hewl dide bi baldarî peymanekê bi Îranê re dayne ku Tehran bi tu awayî çekên nuklerî bi dest nexe.

Ned Price, tekez kir ku wê îro Nûnerê Amerîkî yê taybet bi dosya bernameya Îran a nuklerî Robert Malley vegere Viyanyê û beşdarî gera 3. a danûstandinan bibe.

YE jî anî ziman ku aliyên beşdarî bernameya nuklerî ya Îranê bûne, wê hewldanên xwe yên ji bo vegera Amerîka li peymanê û misogeriya pêkanîna xalên wê, bidomînin.

Back to top button