Endamên Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku êrîşa çeteyên Dîfa El-Wetenî a li Qamişlo, encamên planên hevbeş ên hikumeta Şamê û dewleta Tirk e, da ku fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û biratiya gelan derbe bikin.
Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hekem Xelo diyar kir ku aloziya li Qamişloyê derket ji aloziyên ku li Sûriyê bi giştî diqewime, ne cuda ye û ev yek dide xuyakirin ku hikumeta Şamê hişmendiya xwe neguhartiye.
Hekem Xelo da zanîn ku fitneyên ku hikumeta Şamê bi rêya çeteyên Dîfa El-Wetenî derdixe û ambargoya li ser kantona Şehbayê û taxa Şêxmqsûd ferz dike, planên hevbeş ên di navbera wê û Tirkiye de ne.
Berdevkê rûspiyên Suryan, Keldan û Asûran ê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilata Sûrî Yusif Ilyas jî destnîşan kir ku armanca van kirinan fitne ye..
Yusif Ilyas teqez kir ku ti carî nikarin fitne çêkin ji ber ku gelên Sûriyê yek in û
Rêvebriya Xweser Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên herêmê hemêz dike.
Endamê heman desteyê Hisên El-Sade jî piştrast kir ku ew nahêlin tu hêz şerê Kurdan bikin û teqez kir ku xwîna Kurd û Ereban yek e û wan ji destpêka şoreşê ve, ji bo parastina tevahî pêkhateyên herêmê bi hezaran şehîd dane.
Çeteyên Dîfaa El-Wetenî di şeva 20 vê mehê de, êrîşî bendeke hêzên Asayîşê ya li çerxereya Wihdê kir û endamekî wê şehîd bû.
Li ser vê êrîşê jîm Hêzên Asayîşê dest bi operasyoneke mezin li nava taxê kir û tax bi temamî ji çeteyan ewle û aram kirin.