Pervîn Bûldan: Divê tavilê dawî li bêhiqûqiya tecrîdê werin anîn

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan domandina tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û bang kir ku tavilê dawî li bêhiqûqiya tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan werin anîn.

Derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ser li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî, Bûldan got ku çareseriya pirsgirêkan bi polîtîkayên şer nabe, lê bi danûstandinan dibe.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxandin.

Pervîn Bûldan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku tecrîda ku li Îmraliyê destpê kiriye gelên Tirkiyê dixe nava tarîtiyê.

Bûldan anî ziman ku bi hezaran girtî ji bo bidawîkirina tecrîdê û dawîanîna li bêhiqûqiyê di greva birçîbûnê de ne û daxwaza wan edalet û hiqûq e.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê bang kir ku tavilê dawî li bêhiqûqiya tecrîdê were anîn û dawî li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan werin anîn.

Pervîn Bûldan: HDP nayê darizandin, lê wê hesab dipirse

Pervîn Bûldan derbarê ‘Doza Kobanê’ ya li dijî rêveberên partiya HDP’ê hatiye destpêkirin, weke mezintirîn ‘doza kûmpasa siyasî’ ya dîroka Tirkiyê pênase kir û got:

“Ev doz ne hiqûqî ye, lê dozeke siyasî ye, dadger û dozgerê wê Qesra Erdogan e, HDP di vê doza kûmpasê de nayê darizandin, lê wê hesab dipirse.”

Bûldan: Çareseriya pirsgirêkan bi polîtîkayên şer nabe

Bûldan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ser li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî û diyar kir ku dîrokê nîşan da ku çareseriya pirsgirêkan bi polîtîkayên şer nabe, lê bi diyalog û danûstandinan dibe.

Pervîn Bûldan derbarê planên ser Şengalê jî bang li hikumeta Iraqê jî kir ku dest ji polîtîkayên şer ên li dijî civaka Êzidî berde.

Back to top button