Rojane bi sedhezaran kes li Hindistanê bi Coronayê dikevin

Vîrûsa Corona Hindistan ji hev xist. Di rojê de bi hezaran kes bi vîrûsê dikevin û dimirin. Zêdebûna pêketiyên vîrûsê sîstema tendûrestî ya li welat ji hev xistiye. Welatên cihanê ji bo Hindistanê ketine tevgerê û hewil didin pêwistiyên tenduristiyê ji bo wê bişênin.

Hindistan di nava salên dawiyê de rojên xwe yên herî zehmet dibîne.

Vîrûsa Corona ku li welat mûtasyon derbas kiriye, bilez belav dibe û jimara miriyan jî qat bi qat zêde kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendûristî ya Hindistanê, di nava 24 saetên derbasbûyî de 232 hezar û 144 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Ji van, 2 hezar û 771 kes jî mirin.

Bi vî awayî jimarê pêketiyên vîrûsê digihêje 17 mîlyon û 636 hezar û 307 kes.

Jimara miriyan jî gihişt 197 hezar û 894 kes.

Heta niha kesên ji vîrûsê başbûne jî gihişt 14 milyon û 556 hezar û 209 kes.

Herî zêde jî jimara pêketiyên vîrûsê li herêmên Maharashtra , Uttar Pradesh , Karnataka , Kerala û Delhî ya Nû hatine tomarkirin.

Di encama aloziya ku vîrsûa Coronayê li Hindistanê dayî avakirin de, sîstema tenduristiya welat ji hev ketiye.

Li seranserî welat kêmbûna oksîjenê pirsgirêkê giran dike.

Fransa û Îngilistan di nav de gelek welatan ji bo Hindistanê ketine tevgerê.

Ji 22’ê Nîsanê ve bi awayekî rojane hijmarê pêketî û mirinên vîrûsa Coronayê zêde dibin.

Nexweşxane ji pêketiyên vîrûsê û goristan ji miriyan tejî bûye.

Li ber derê nexweşxaneyan dimenên metirsîdar derdikevin.

30 Çilêya 2020 an Hindistan yekemîn car pêketina vîrûsa Coronayê tomar kir.

Bi vê re li seranserê cîhanê, Hindistan welatê duyemîne kû herî zêde vîroûs lê belav bûye.

Rojane tevî paytext Delhî ya Nû bi sedan kesên ji ber vîrûsê mirî li cihên komî têne şewitandin.

Back to top button