Garo Paylan ji bo faşîtê Ozdag: Tu jî wê dema telat paşa bijî

Bi derbasbûna salvegera 106. a Qirkirina Ermeniyan, careke din faşîzma dewleta Tirk rûyê xwe yê rast nîşan da. Parlementerê faşîst yê serbixwe Umît Ozdag êrişî Parlamenterê HDP’ê yê Ermenî Garo Paylan kir.

Ozdag bi awayekî eşkere gef li Paylan xwar û got: Ger hûn naxwazin ji vî walatî bicehimin. Vê yekê li nava Tirkiye û derve bertekên zêde da avakirin.

Faşîzma dewleta Tirk ji bo nasnekirina Qirkirina Ermeniyan di qada navnetewî de her tiştî dikin.

Qirkirina ku 1915’an faşîzma dewleta Tirk li dijî Ermeniyan pêk anî, ez 106 sale di rojevê de ye.

Bi gotina serokê DYA Joe Biden re, êdî careke din li nava Tirkiyê hestên nîjadperestiyê derketiye asta herî jor.

Parlementerê serbixwe yê faşîst Umit Ozdag li dijî gelê Ermenê gotinên tund bikar anî.

Li ser vê yekê Parlamenterê HDP’ê Garo Pay-lan yê Ermen bersiva faşîztê Ozdag da.

Piştî 106 salan em di kolanên Telat Paşa yê mîmarê qirkirinê bû dimeşin. Em di dibistanên Telat Paşa de zarokên xwe didin xwendin. Ger li Almanya îro kolanên Hîtler heba, dibistanên binavê Hîtler heba ku zarokan têde xwendiban wê Almanyayek çawa derketiba. Em niha li Tirkiyek wisan dijîn.

Faşîstê Ozdag îşaret bi parvekirina Paylan kir û wiha got:

Zelamê bêrêz. Ger tu nerazî ye bicehime here. Telat Paşa ne li dijî Ermeniyên welatparêz lê li dijî kesên weke te ji piştê ve lê dide çû. Dema wextê wê hat tu jî wê ezmûnekê mîna ya Telat Paşa bijî û divê bijî.

Gefên faşîst Ozdag yên li dijî parlamenterê HDP’ê Paylan di nava tora cîvakî de rastî bertekên tund hat.

Her wiha Parmalentera HDP’ê Huda Kaya jî bersiva gefên Ozdagê faşîst da.

Hûn kê li ser xaka kê derdixin? Ne yekê hûn hezar #Hrantan bibin jî, wê Ermenî li ser xaka xwe bi awayekî azad careke din bijîn. Em nerazîne lê bi cihekê de naçin. Binê cehnem û zibalê jî tenê hêjayî we ye. Tevahiya we qûrbana neynûka @GaroPaylan bibin.

Back to top button