Von Der Leyn: Ji ber ez jin bûm Tirkiyê wisan nêzî min bû

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von Der Leyen diyar kir ku ji ber ew jin bo Tirkiyê nêzîkatiyek wisan nîşanî wê daye û soz da ku mafên jinan biparêze.

Ursula Von Der Leyen di axaftina xwe ya li pêşiya Parlamentoya Ewropayê de got:

6’ê Nîsanê, li Enqereyê Erdogan û serokê Konseya Ewropayê Charles Michel li ser kursiyên ku ji wan re hatibûn amadekirin rûniştin, lê ez bê kursî mam û ez li ser kenepakê rûniştim.

Ev yek biçûkxistina wan ji siyasetmedarên jin re nîşan dide.

Ne pêkane ez vê yekê bi rêbazeke din şirove bikim.

Lewra divê ez encamê bidest bixin ku ji ber ku ez jin im ev yek pêk hat.

Dema jê hat pirskirin heke mêrek bûya, gelo gengaze ev yek pêk were, Ursula wiha bersiv da:

Ez êşiyam û bi tenêtiyê hesiyam.

Ji ber ku ez jineke ewropî û serokê Komseriya Bilind a Ewropayê me min dan û standinek li gorî vê yekê texmîn dikir, lê berovajî wê pêk hat.”

Back to top button