Gera 3. a danûstandinên Viyanayê wê despê bikin

Aliyên peymana nukleerî îro xwe amede dikin da ku danûstandinên Viyanayê ji nû ve dest pê bikin.

Washington piştrast kir ku her lihevkirineke gengaz bi Îran re, divê rê nede Îranê ku çekê nukleerî bi dest bixe.

Berdevkê Wezaretê Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price got, ne ji berjewendiya Amerîka, Ewropa, Çîn û Rûsyayê ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe.

Yekitiya Ewropayê roja duşemê der barê dan û standinên peymana nukleerî ên Îranê li Viyanayê de ragihandibû ku dê roja sêşemê bi serokatiya mudirê siyasî yê Yekitiya Ewropayê Enrique Mora ji nûve dest pê bikin.

Îran jî ji danustandinên navbera aliyan de pêk tê keyfxweşe.

Herî dawî Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di serdana xwe ya li Iraqê de piştevaniya xwe ya bi danustandinan re anîbû ziman.

Back to top button