Li cîhanê 2020’an nêzî 2 trilyon dolar ji bo xerçkirina parastinê hate bikaranîn

Li cîhanê ji ber vîrûsa Corona di aliyê aborî de alozî derketiye.
Aboriya cihanê ji ber vê yekê biçûk dibe.
Lê tevî vê yekê, krîna çekan li seranserê cîhanê zêde bûye.
Di nava sala derbasbûyî de 2 trilyon dolar hate mezaxtin.
Ev yeke dide diyarkirin ku çi dibe bila bibe, hêza û daxwaza şerê deshilatdariyê kêm nabe.

Welatên cîhanê ji ber hilweşîna ku vîrûsa corona di warê aborî de dayî avakirin, hewar dikin.

Enstitûya Lêgerîna Aştiyê ya Stockholm a Navnetewî (SIPRI) têkildarî hejariya ku vîrûsê bi xwere dayî avakirin û xerçkirina di warê parastinê de lêkolînek pêk anî.

Li gorî lêkolînê par, bi bihayê 1 milyar 981 milyon dolar lêçûn ji bo parastinê hatibû kirin.

Tirkiye ji nava 40 welatan bi xerçkirina 17,7 milyar dolar di rêza 16. de cihê xwe digre.

Li gorî sala beriya wê di warê parastinê de Tirkiye ji sedî 5 lêçûn kêm kiriye.

Di demeke li cîhanê rêjeya aborî ji sedî 4,4 kêm bûye, butçeya ji bo parastinê hatî mezaxtin li gorî sala beriya wê, ji sedî 2,6 zêdetir bûye.

12 welatên endamên NATO li gorî sala derbasbûyî budçeya xwe ya parastinê zêde kirine.

Di heman demê de ev rêje sala beriya wê tenê ji aliyê 9 welatên NATO ve pêk hatibû.

Şîlî û Koreya Başûrî li cihê parastinê beşek ya aboriya welat ji bo tenduristiyê bikar anîn.

Lê Macerîstan li tam dijberê herdû welatan butçeya parastinê zêde kir.

Brazîlya û Rûsya kêm jî be ji butçeya parastinê kêm kirin.

Li seranserê cîhanê 5 welatên herî zêde butçe ji bo parastinê veqetandî, DYA, Çîn, Hindistan, Rûsya û Îngilistane.

Tenê butçeya van welatan ji bo parastinê veqedandî dike ji sedî 62.

DYA di butçeya parastina 2020’an ji sedî 4,4 ji ya 2019’an zêdetir kiribû.

Ev yek jî dike 778 milyar dolar.

Çînê jî ev yek ji sedî 1,9 zêdekir û 252 milyar dolar ji bo parastinê veqetand.

Back to top button