Londonê 14 jê Rûsî ceza li 22 kesên navdewletî birî

Îngilistan, di tekêşîna li dijî gendeliya navdewletî de li 22 kesan ceza birî.
Ji wan 14 hemwelatiyên Rûsiya ne.

Wezareta Karê Derve a Îngilistanê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku, di çerçoveya têkoşîna navdewletî ya li dijî gendeliyê de li 22 kesan ceza birîn.

Wezaretê diyar kir ku kesên bûne hedefên dozên gendeliyê hemwelatiyên ji Rûsya, başûrê Afrîka, başûrê Sûdan û Amerîka latînin.

Rûsiya di doza gendeliyê de li pêşe.

Ji 22 kesan 14 himwelatiyên Rûsî ne.

Kesên bi gendeliyê hatine tewambarkirin, karsaz û xwediyên bankanin.

Di nava kesên ku Sergei Magnitsky 2007’an eşkerî kir de karsaz û xwediyên bankan jî hene.

Ev kes bi tewana 230 mîlyon dolarê welat ji bo xizmeta xwe bi kar anîne tê sucdarkirin.

Back to top button