Li Efrînê dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê di nav komên xwe de bi cih dike

Malpera Afrinpost diyar kir ku li Efrînê serçeteyekî DAIŞ’î yê berê niha di nav komek çeteyên dewleta Tirk de ye û navên hin endamên DAIŞ’ê li Efrînê dimînin eşker kir.   Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk 3 hezar û 200 donim erdên şêniyên navçeya Şiyê desteser kirin.

Li aliyekî din, tevî hewl didin dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê weke endamên komên çeteyên bi navê ” Çeyş El-Wetanî ya Sûrî ” xuya bike, lê tevgera wan li Efrîna dagirkirî eşkere dibe.

Malpera Afrinpost ragihand ku tevgera çeteyekî DAIŞ’î yê bi navê LoLo Nezîf li bajarê Efrînê zêde dibe.

Ew çete endamekî berê yê DAIŞ’ê li DêraZorê bû û niha li Efrînê serçeteyekî di nav koma ” Ehrar El-Şerqiyê de ye.

Malperê diyar kir ku çeteyê bi navê Lolo Nazîf mala şêniyê bi navê Xelîl Mihemed yê ji gundê Basûtê desteser kir û bi 3 hezar dolar firot û zêdeyî 10 malên şêniyê kurd li Efrînê desteser kirin.

Her wiha Malperê navên hin çeteyên ku li Efrînê dimînin eşker kirin:

Çeteyê DAIŞ’î yê bi navê Ebdulah El- Ceşem yê ku serçeteyê ragihandina DAIŞ’ê li Reqayê bû.

Çeteyê DAIŞ’î yê Ebo Yaqûb di navê koma çeteyên Ehrar El- Şerqiyê li navçeya Raco hat dîtin.

Çeteyê DAIŞ’î Ebo Hesne niha li Efrînê berpirsê ewlehiyê ye .

Çeteyê DAIŞ’î Ebo El-Berai niha weke miftiyê çeteyên Ehrar El -Şerqiyê ye.

Çeteyê DAIŞ’î Ebo Usama El-Şamî yê ku çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kiribû ku ew çete di 2016an de berpisê ewlehiya derva ya DAIŞ’ê bû.

Malperê xuya kir ku hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê piştî ji girtîgeh bajarê Babê yê dagirkirî hatin revandin, tevî malbatên wan li gundên Berbenê û Goliya yên navçeya Raco hatin bi cih kirin.

Li navçeya Şiyê 3 hezar û 200 donim erdên şêniyan hat desteserkirin

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dewleta Tirk her diçe zêde dibin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê ragihad ku çeteyên bi navê El- Emşat 3 hezar û 200 donim erd yên şêniyên navçeya Şiyê desteser kirin.

Çeteyan erdên şêniyên bi navê Cemîl Xelîl Şêxo, Yuisif Memo, Şêx Hisên, Ehmed Mistefa, Reşîd Silêman Reşkorî, Mihemed Elî desteser kirin.

Hat diyar kir ku çeteyan 150 darên zeytûnê yên di nav ava erdan de birîn.

Back to top button