“Aliyên ku dixwazin di nav gelên herêmê de fitneyê derxînin wê negîhîjin armancên xwe”

Şêx û rûspiyên eşîrên ereban yên Reqayê diyar kirin ku hin alî bi rêka çeteyên Dîfa Wetenî dixwazin di navbera pêkhateyên heremê de fitneyan derxînin.

Şêxê eşîreya El-Welda yê eşîreya El-Elî, Remezan El-Rehal li ser mijarê ji ajansa Hawarê re axivî.

Remezan El-Rehal destnîşan kir ku şehîdxistina pêşengên eşîran armanca wê ku ewlehî û aramiya li herêmê têk bibin.

El-Rehal sedema hewldanên derxistina fitneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li serkeftina herêmê ya di têkbirina DAIŞ’ê û avakirina civakekê ku biratiya gelan tê de bingehe vegerand.

Şêxê eşîra El-Şibil, Emar El-Hamî jî teqez kir ku fitnye ku çeteyan hewl dan ku li herêmê derxinîn dê cihên xwe negirin, ji ber ku têkiliyên di navbera şêniyên herêmê de têkiliyên xwînê ne.

Back to top button