​​​​​​​SOHR: Li Cerablusê di teqînekêd e 14 kes birîndar bûn

​​​​​​​Li bajarê Cerablûs a di bin dagirkeriya dewleta Tirk de teqînek çê bû û tê de, zarokek di nav de, 14 birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li Cerablusê dagirkirî mayînek bi erebeya çeteyekî dewleta Tirk ve, teqiya.

Çavdêriyê da zanîn ku di encama teqînê de, di nav de zarokek,14 birîndar bûn û ziyanên madî jî çêbûn.

Henam çavkaniyê her wiha diyar kir ku di heman demê de û li heman bajarî, motosîklêtekî bombebarkirî di bargeheke leşkerî ya çeteteyan jî teqiya.

Back to top button