Şêniyekî Idlibî li girtîgeheke hikumeta Şamê hat kuştin

Şêniyekî parêzgeha Idlibê, piştî girtina wî bi çend salan, li gertîgeheke Hikûmeta Şamê hate kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî hikûmeta Şamê ew 9 salan li cem xwe girtî hiştibû, şêniyekî Idlibî di girtîgeha Seydnayayê li jêr eşkenceyê hat kuştin.

Li gorî çavdêriyê, ji destpêka aloziya Sûriyê ve, 16 hezar û 256 sivîl di girtîgehên hikûmeta Şamê de hatine kuştin.

Ji ber bermahiyên şer şêniyek li gundewarê Hemayê hat kuştin

Heman çavkaniyê ragihand ku bombeyeke çandî ya ji paşmahiyên şer li bajarokê Cibîn ê li bakurê Hemayê teqiya û di encamê de welatiyek ku di nav erdê xwe de cot dikir, jiyana xwe ji dest da.

Back to top button