Li Ewropayê.. gelek saziyan bêdengiya hikûmeta Fransî şermezar kir

Bêdengiya hikumeta Fransayê ya der barê êrîşên “Gurên Boz” li dijî Kurdan, ji aliyên gelek saziyan ve hat şermezarkirin.

Saziyên Fransî, Kurdî, Tirkî, Tamîlî û Ermenî bi daxuyaniyeke hevpar diyar kir ku komek ji 20 endamên “Gurên Boz” 3’ê Nîsanê, êrîşî avahiya Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê li Lyonê kir. Di encamê de, 2 jê rewşa wan giran e, 4 kes birîndar bûn.

“Her wiha, di nav du hefteyan de êrîşa duyemîn a vê komê li dijî komeleya Kurdan pêk hat.

Tevî ku hikumeta Fransayê jihevxistina ‘Gurên Boz’ erê kiribû, lê belê êrîşên wan dewam dikin”.

Saziyên navborî bang li hikûmeta Fransayê kir ku van kesan darizînin û êrîşên li ser Kurdan rawestînin.

Back to top button