HRE: Di 12 rojên dawî de 6 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya çalakiyên ku di nava 12 rojên dawîn de li Efrîn û Babê pêk anîne, eşkere kir.
HRE’yê ragihand ku di rêzeçalakiyan de, 6 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 15 çete û leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.

Hêzên Rizgariya Efîrnê derbarê çalakiyên ku ji 14 heya 26’ê Nîsanê li Efrînê li dijî dagirkeran pêk anîne, daxuyaniyeke niviskî da.

Hêzên Rizgariya Efîrnê di daxuyaniya xwe de got:

14`ê Nîsanê, li navçeya Bilbilê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

16`ê Nîsanê, li Efrînê li ser rêya Raco di encama çalakiya sabotajê de 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

23`yê Nîsanê, li Efrînê di encama çalakiyeke sabotajê de 3 çete birîndar bûn.

Heman rojê, li Babê li hember karwaneke artêşa dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama wê çalakiyê de 3 leşker û 4 çete birîndar bûn.

24`ê Nîsanê, li Efrînê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete birîndar bûn.

26`ê Nîsanê jî, li derdora gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin.

Di encama çalakiyê de seyareyek hat rûxandin û der barê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Back to top button