KOMÎTEYA PAJK’Ê YA ZINDANÊ: EM LI DORA BERXWEDANA AYTENAN BICIVIN

Komîteya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê jî li ser çalakiya canbexşane ya Ayten Beçet de daxuyaniyek belav kir.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got;

Hevrêya me Ayten Beçet, tevî temenê xwe yê ciwan, Rêbertî baş fêm kiriye û bi sekn û tevlîbûna xwe ya şoreşê, bandor li hemû hevrêyên xwe kiriye.

Beçet bi çalakiya xwe ya fedaî nîşan daye ku em li ku derê bin bila bibin, wê jin li dora Rêbertiya xwe bibin çembereke ji agir û heta dawiyê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.

Xwedîderketina li têkoşîn û berxwdana wê, xwedîderketina Rêbertî û xeta azadiya jinê û armancên wê yên azdiyê ne.

Komîteya PAJK’ê bang di serî de jin, bang li her kesî kir ku li dora berxwedana Zulkuf, Ugur û Aytenan bicivin û ji bo şahadetên din çênebin, têkoşîn û berxwdanê bilindtir bikin.

Leave a Reply

Back to top button