HPG: 14 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin. Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê de dagirker rojane windahiyên mezin didin.
HPG’ê Ragihand ku di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Gerîlayên HPG’ê jî di çarçoveya pêngavên şoreşgerî ku dane destpêkirin de derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeran û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi wêrekiyeke mezin û ruhê Apocî li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.

HPG’ê da zanîn Hêzên Paratina Hewayî yên Şehîd Delal 28’ê Nîsanê li bajaroka Kanî Masî a bi ser Amediyê li dijî baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk çalakiyek seketî kirin.

HPG’ê derbarê çalakiyên ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hatin lidarxistin de jî ev agahî parve kir:

“24’ê Nîsanê li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê, 2 dagirker, 25’ê Nîsanê li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê li ser Girê Şehîd Mûnzûr dagirkerek, 26’ê Nîsanê li herêma Avaşînê li Girê Şehîd Serdar 2 dagirker, 26’ê Nîsanê li ser Girê Şehîd Serdar ê herêma Avaşînê dagirkerek, 27’ê Nîsanê li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê 3 dagirker û 26’ê Nîsanê li ser Girê Qela Bêdewê ya herêma Zapê 5 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn.

HPG’ê da zanîn 27’ê Nîsanê herêmên Zap û Avaşîn hatin bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir di van bombebaranan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button