Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi Coronayê ketin, 12 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 12 kesan ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, 3 ji wan jin in û 9 jî mêr in.

Hat diyar kirin ku 111 kes jî bi Coronayê ketin.

Ciwan Mistefa da zanîn ku 17 kesên ku berê bi Coronayê ketibûn jî, baş bûne.

Heta niha li herêmê 15 hezar û 673 kes bi Coronayê ketine, ji wan 557 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 586 kes baş bûne.

Back to top button