Rûsya 7 dîplomatên welatên Baltik û Slovakya dersînor dike

Krîza dîplomasiyê ya di navbera Rûsya û welatên Baltîkê de kûr dibe.
Mosko 7 dîplomatên welatên Baltik û Slovakya dersînor dike.

Rûsya 2 Lîtvanî, 1 Letonyayî, 1 Estonyayî û 3 Slovakî di nav de 7 dîplomat weke kesên nayên xwestin ragihand.

Ji bo derketina van kesan ji xaka welat jî heta 5’ê Gulanê dem hate diyarkirin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsya li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rûsya konsolên welatên navbûrî vexwend wezareta Karê derve û li ser helwesta wan ya li dijî Mosko bertekên tund nîşan da.

Mosko helwesta welatan weke dijminahî piştevaniya bi Çekya re destnîşankir.

Krîza dîplomasî ya bi DYA û Polonya li dijî Rûsya destpê kirî re bi beşdarbûna Çekya re gihişt asta herî jor.

Li ser vê yekê welatên Baltîk yek bi yek dest bi dersînorkirina dîplomatên Rûsyayê kirin.

Back to top button