
Îro 1100 pakêtên madeyên xwarin û paqijiyê li navçeyên Tirbespî û Girkê Lekê li ser malbatên hewcedar û yên ku zirar ji qedexeya derketina derve dibînin, hatin belavkirin.
Ji bo sivikirina bandora qedexeya derketina derve li ser rewşa jiyanî ya welatiyên herêmê, belavkirina alîkariyên mirovî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Komîteya Karûbarên Civakî bi hevkariya meclisên navçeyên Tirbrspiyê û Girkê Legê, 600 pakêtên madeyên xwerin û paqijiyê li Navçeya Tirbespiyê û 500 pakêt jî li avçeya Girkê Legê belav kir.
Hevseokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê diyar kir ku alîkarî wê li ser sê beşan li ser 150 komînan re bêne belavkirin.