Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan a 25’ê Nîsanê ya Qela Bêdewê ya li Zapê ku li hêzên dagirker ên Tirk hate xistin, parve kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:
“25’ê Nîsana 2021’ê di saet 17:20’an de dagirkerên li Qela Bêdewê ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin.
Di wê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.”