Pentagon Îran ji tevgerên li kendavê hişyar kir

Artêşa Pasdaran a Îranê li Kendavê keştiyên DYA dorpêç kir.
Li dijî vê yekê DYA jî ew hişyar kirin.
Wezareta Parstina Amerîka Pentagonê ragihand ku armanca wan kêmkirina rageşî û hişyarkirina Îranê bû.

Berdevkê Pentagonê John Kirby bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku ew naxwazin nakokî û şaşiyan bibînin.

John Kirby got, kiryarên Pasdarên Îranê yên di deryayê de pirsgirêkeke domdar e û ne nû ye.

Her wiha Kirby anî ziman ku ew ji vê bûyerê bi fikar e ku dibe sedema gelek tevliheviyan.

Li ser vê yekê careke din navbera Waşîngton û Tehranê de alozî derketibû.

Back to top button